|
Komara demokratika Kurdistan
ji kûr heya kûderê
Mihabad, navenda herêma Mukriyan e. Herêma
Mûkriyan û navenda wê bajar Mihabadê herçend di coxrafya Kurdistanê de ciheki
biçûk bin ji, lê di dergûþa xwe ya kevnare de gelek qehreman û kesayetiyên
mezin perwerandine. Mihabad ji ber gelek bûyerên siyasi, ferhengi û mêjûyi di
diroka serhildan û azadixwaziya netewa Kurd de xwedi ciheki taybetiye. Bi
taybet di warê xebata ramyari de gelê herêma Mûkriyan xwedi kedek diroki ne. Zivistana sala 1946’an e. Ev zêdetir ji mehekêye
ku karbidestên HDK(Hizbi Dimokrati Kurdistan) bi hevkariya tevaya gelê herêmê
ji bo kareki diroki mýjûli amadekariyên berfirehin. Ji Makoyê, Xoy, Selmas û
Urmiyê bigire heya Seqiz, Bane, Sine, Kirmaþan û Ýlam Kurd bûne mêvanên
bajarê Mihabadê. Ji bona wê ji þêniya(nifosa) bajar di van rojan de pir zêde
bûye û malên hemû xelkê Mihabadê di van rojan de xwedi mêvanin. Heya roja iro
xelkê bajarê Mihabadê evqas mêvan dý nava xwe de neditine. Di roja 26’ê Kanuna duyan ya sala 1946’an de ala
Kurdistanê bi merasimek teji heyecan li navenda bajarê Mihabadê hat
bilindkirin. Ýro 22ê Çileya sala 1946’an e. Herçend zivistan û
hewa sare ji, lê tava rojê, germi û bedewiya vê roja piroz zêdetir kiriye.
Reng û rûyê bajar hatiye guherandin û di rûyê herkesi de ken û þadi tê ditin.
Ji zarokê heft sali bigire heya kalê heftê sali tev dizanin ku iro yê tiþteki
giring di Kurdistanê de biqewime. Gel hêdi-hêdi li her dera bajar ber bi
meydana Çiwar Çira(1) dimeþin. Li her dera bajêr alên Kurdistanê tên ditin û
hatine hildan. Ala Kurdistanê bi sê rengên þin, spi û sor ku bi gule genim û
þûrekê li ser di nivekê de hatiye çêkirin, bala herkesi dikiþine ser xwe.
Herkes bi rengeki rengên alê, gula genim û þûra li ser ala Kurdistanê ji xwe
re þirove dikin. Bi hezaran kes di qada Çiwar Çira da li benda
destpêkirina merasima þahiyê ne. Di vê dema çaveraniya gel de, pêþewayê mezin
Qazi Mihemed hêdi-hêdi ber bi cihê xwe yê taybet dimeþe. Li dora wi gelek
kesayetiyên navdar pêre dimeþin: Nemir Mela Mistefa Barzani, Haci Baba Þêx,
Qedribegê Diyarbekiri, helbestvanên milli Hêmin û Hejar Mûkriyani, Sidiq
Heyderi, Menaf Kerimi, Se’id Xan Homayun, gelek kesayetiyên nasandi li herêma
Mûkriyan û hemû serok êl û eþiretên Kurd tev bi þahiyek bêdawi û bi hurmetek
mezin rû bi rûyê gelê xwe disekinin. Derdora bilindahiya ku ji bo axaftýn û
sekinandina pêþewa Qazi Mihemed, hatiye durist kirin, bi ala sê renga
Kurdistanê hatiye xemlandin. Pêþewayê Kurd bi wi rûyê xwe yê norani bi ken û
tewazu’ek bênimune diçe ser bilindahiyê û piþti ku bi dûr û dirêji li ser
coxrafiya û diroka Kurdistan û mezlumyeta gelê Kurd di hemû pêvajoyên dirokê
de, diaxive bi dengeki bilind û bi hissek teji hest û evin wiha dibêje: ‘’ Emin be Xuda, be kelami ezimi Xuda, be
niþtiman, be þerafeti milli Kurd, be alay muqedesi Kurdistan siwênd dexûm ke
ta axir henasey giyanim û rijandini axirin qetrey xiwênim, be giyan û be mal
le rêy ragirtini serbexweyi w berzkirdinewey alay Kurdistan da têbikuþim û
nisbet be cimuhri Kurdistan û yekiti geli Kurd û Azerbayicanê, muti’i û
wefdar bimênim.’’(2) Di tona dengê wi de baweri, evin û paqiji tê
bihistin. Dengê wi yê bi selabet û þahiya ku di rûyê wi de tê ditin, hêsirê
çavên gelek kesan tinin xwarê. Pirejinek 70 sali bi kelegiri dibêje:’’ Oxeþ,
nemirim û min dewleta Kurdistanê ji dit. Ax û hezar car ax ku kurê min þehid
bû û ev roja muqedes nedit, xweziya kurê min niha sax bûya, lê ew ji þehidê
vê dozê bû û xwina wi vala neçû…’’ Piþti wê Mihemed Husên Sêyfi Qazi diçe ser dikê û
Qazi Mihemed weke serokkomarê Kurdistanê bi gel dide nasandin Çepik û hawara dengê þahiya gel digehije esmanan.
Ji nava dengê þahiya gel ken, giri û tilili tên bihistin. Di diroka Kurdistanê de herçend beriya vê bûyera
piroz komara Ararat bi serokatiya Ehsan Nûri Paþa li Agiriyê(bakurê
Kurdistan) û komara Kurdistana Sor li Qefqaziya(paytexta wê Laçin) ji, ji
aliyê Kurdan ve pêkhatibûn, lê komara Kurdistan li rojhilatê Kurdistanê
xwediyê hinek taybetmendiyên cuda bû. Wê rojê Mihabad wek paytexta komara Kurdistan hat
ilankirin. Zemineya ji bo pêkhatina komara Kurdistan demek
dirêj bû ku hatibû darijandin.
Di pênc salên desthilatdariya herêmek giring ji
axa rojhilatê Kurdistanê (ji dawiya 1941’an heya dawiya 1946’an) çi bi fêrmî
an jî ne bi fêrmî di destê kurdan de bû û tenê di van pênc salan de berdevkê
resmiyê gelê Kurd hem li hemû herêmê û hem jî di têkelîyên bi derve re pêþewa
Qazî Mihemed bû. Komela J.K di temenê çend sal xebata xwe de di nava gelê
Kurd de cihek berfireh ji bona xwe vekir û bi çalakîyên xwe yên hemû ali
rewþenbîriya siyasî- civakî di nava gel de pêþxist. Di nava vê rêxistinê de
Kurdên her çar perçên Kurdistanê dikarin bibin endam, lê bi merceki ku bi çi
awayan xiyanetê li doza xwe neken û her kesê ku di destpêkê de dibû endamê JK
ji li ber çavgirtina 6 xalên jêr sê caran bi Qûranê sond dixwar: 1. Bi
çi terz û þêweyan xiyanetê li gelê Kurd neke. 2. Xebat ji bo serxwebûna Kurdistan. 3. Ne bi riya pênûs û ne ji bi riya ziman
sirên rêxistini(hizbi) eþkere neke. 4. Heya dawiya temenê xwe weke endam di
nava hizbê de bimine. 5. Hemû jin û mêrên Kurd ji xwe re xwiþk
û bira bihesibine. 6. Bi bê agehdarkirina rêxistinê, nebe
endamê tu rêxistin û hizbekê. Pêkhatina komara Kurdistan derfetek zêrin û
diroki bû ku birêveberên dewleta Kurdistanê dixwestin bi baþtirin þêwe, ji vê
derfeta giring mifayên heri baþ ji bo þiyarkirina gel, avedankirina
Kurdistan, û bilindkirina pileya xwindewariyê di nava gel de wergirin. Pêþewa Qazi Mihemed miroveki rewþenbir û zana bû
û bi perspektivên xwe yên pêþvero, dixwest bi hemû þêweyan ji gel re xizmetê
bike. Dema bû serokkomar ji bareki giran li ser milên xwe hiss dikir û ji
bona wê ji di hemû waran de, xwe qerdarê xizmeta ji bo gel dihesiband. Beri
ragehandin û ilankirina komara Kurdistan endamên kabineya wezirên dewletê bi
vi þêweyi hatin diyar kirin: 1. Haci Babe Þêx: Serokwezir 2. Mihemed Husên Xani Sêyfi
Qazi: Weziri Ceng û parastin û hevkarê serokkomar 3. Sidiq Heyderi: Wezirê
propaxande 4. Menaf Karimi: Wezirê
Perwerde û hinkariyê 5. Mihemed Emin Mu’ini: Wezirê
karê hundurin ( Wezir navxwe) 6. Seyid Mihemed Eyûbyan:
Wezirê Tendurustiyê 7. Ehmed Ýlahi: Wzirê abori 8. Xelil Xusrewi: Wezirê Kar 9. Kerim Ehmedyan: Wezirê post
û telegiraf 10. Haci Mýstefa Dawudi:
Wezirê Bazirganiyê 11. Mela Husên Mecdi: Wezirê
dadperweriyê 12. Mihemed Welizade: Wezirê
kiþtûkal 13. Haci Ebdulrehman
Ýlxanizade: Wezirê tegbir û meþweret pêkirinê 14. Ýsmail Ýlxanizade: Wezirê
rê û ban. Her wezireki di kar û barê xwe de bi baþtirin
þêwe wezifeyên xwe encam didan û bi giþti dewletê pirojeyên mezin dabûn ber
xwe. Di demek kêm de rewþa abori û civakiya gelê
herêmê hêdi-hêdi rengê guherandinê bi xwe ve didi. Bi taybet di warê ragehandin û weþandina rojname,
kovar û pirtûkan de, xwindin û nivisandina bi zimanê Kurdi û bilindkirina
rewþenbiriya gel, gavên mezin hatin avêtin. Rojnameya Kurdistan organa
fêrmiya HDK û Kovara Kurdistan, kovara Girûgali mindalani Kurd ji bo zarokên
Kurd, Hawari Niþtiman û Hawari Kurd ku organa Yekitiya Ciwanên Kurdistanê bû
û li bajarê Bokanê ji kovara Helale ku þaxê HDK li wir ji bo gel dida
weþandin. Li ser piþniyar û daxwaza serokkomarê Kurdistan
di 14’ê Adara sala 1946’an Yekitiya Jýnên Kurdistan hat damezrandin. Ev
yekemin car bû ku di diroka siyasi-civakiya Rojhilatê Kurdistan de pêngavek wiha
giring dihat avêtin. Pêþewa Qazi Mihemed ji bo vexwindin û teþwiqkirina keç û
jinên Kurd beriya herkesi ji hevala jiyana xwe Mina Qazi dawa dike ku bibe
endama birêveberiya yekitiya jinên Kurdistan û hemû ziv û zêrên xwe pêþkêþi
HDK bike.
Mina Qazi di vê derbarê de dibêje:’’ Rojekê nemir
Qazi Mihemed bi rûyeki xweþ û kenek teji hiss ji min re got: divê tu bêtir ji
herkesi di kar û barên civaki-siyasi de beþadariyê biki ku jin û keçên
Kurdistanê te ji xwe re weke nimune bibinin…, Te zêr û ziv ji bo çine, her
tiþtê me ji bo gelê meye…’’(4) Birêveberên komara Kurdistan bihayek giran didan
dersxwindina zarokên Kurd. Ji bona wê ji komek ciwanên Kurd ji bo
dersxwindinê bo Bako paytextê Azerbaycanê tên þandin. Ji bo bilindkirina
ronakbiriya gel bo yekemin car sinema li bajarê Mihabadê hat sazkirin. Beriya
wê Komeley Jiyanewey Kurd bi pêkanina komek þanoya Kurdi, diroka siyasi,
rezalet û êxsiriya gelê Kurd ya di destê dagirkerên reng bi reng de, bêtir bi
gel dabû famkirin û zemineya pêkanina dewletek Kurdi di meji û bir û rayên
gel de afirandibûn. Di 330 rojên temenê komara Kurdistan de bo
yekemin car kêmnetewên Yehudi û Ermeni gehiþtin mafên xwe yên kulturi û çandi
û ew di hemû waran de xwediyê mafên xwe yên milli û mezhebi bûn. Herwiha di
hemû temenê komara Kurdistan de tenê yek kes bi navê Mehmudyan ew ji ji ber
dijminatiya þexsi hat kuþtin. Ji bona wê ji komara Kurdistan komarek
demokratik bû. Herwiha di wi temenê kurt de cara yekemin bû ku
Kurd bûbûn xwediyê artêþek rêk û pêk. Di pêngava yekemin de 1200 serbaz û 70
serleþkeran hêza artêþa komarê pêkanin û di nava artêþa komara Kurdistan de
çar kesayetiyên Kurd pileya generaliyê standin: Mistefa Barzani, Heme Reþid Xanê Baneyi, Mihemed
Husên Sêyfi Qazi û Omerxanê Þikak (Omerxanê Þerifi). Ji xeyni wê di komara demokratika Kurdistanê de Kurdên
her çar perçên Kurdistanê dihatin ditin. Ji bona wê ji hêviyek mezin hebû ku
di pêþerojê de hevgirtinek bihêz di nava Kurdên herçar perçên Kurdistanê de
bê duristkirin. Mihatma
Gandîyê Rojhilata Navîn: Pêþewa Qazî Mihemed ( 1898 Mihabad - 31. 03. 1947 Mihabad )
Di þerê cîhanê yê yekemîn (1914- 18) de Qazi
Fetah li hember hêriþa Rusên Tizarî ya li ser bajarê Mihabadê, heya dilopa
xwîna xwe ya dawiyê çeperê þer berneda û piþtî ku kurê wî û endamên din yên
vê malbatê Mîrza Se’îd Qazî û Mîrza Mihemed Elî Qazî bi destê Rusên Tizarî
hatin kuþtin ewi jî bi mêranî canê xwe li ser parêzvaniya ji welatê xwe da
fidakirin. Nemir Qazi Mihemed ji ber taybetmendiyên xwe yên
exlaqi û civaki di nava gel de xwedi rêz û hurmetek mezin bû. Þahidên zindi
ku ew ji nêzve ditine vê rastiyê didin ispatkirin: Mina Qazi dibêje:‘’ Wi bi çaveki mezin li
kesatiya jinê dinêri û hemû zarokên Kurdistanê mina zarokên xwe dihesibandin.
Hertim ji min re digot Birale(heval) û ez weke piþtivanekê ji xwe re
dihesibandim û wi dixwest bihayê þexsiyeta jina Kurd di civaka Kurdistanê
bilind bike…’’. Kurmam an ji pismamê Qazi Mihemed general Mihemed
Husênxanê Sêyfi Qazi di komara Kurdistan de mina wezirê ceng û parastinê,
xwedi roleki mezin û berçav bû û ji bo parastina sinorên dewletê bi hemû
þêweyan þiyan û liyaqeta xwe dida xuyakirin. Di nava gel de bi merdi û
mêrxasiyê bi nav û deng bû. Ew miroveki netirs û bi þuca’eta xwe di nava gel
de xwedi hurmetek mezin bû. Ebulqasim Sedrê Qazi birayê biçûkê pêþewa Qazi
Mihemed ji di çardehimin dewreya parlimana Ýranê de nûnerê gelê Mihabadê bû.
Tewazu’i û camêriya Sedrê Qazi di nava Kurdan de deng vedabû. Wi hemû çaxê
jiyana xwe ji bo çareserkirina pirsgirên gel danibû û hertim xwe mina
xizmetkareki gelê xwe dihesiband. Hêþta salek ji temenê pirbarê komara demokratika
Kurdistanê derbas nebûbû ku rewþa siyasiya cihanê hat guherandin û Yekitiya
Soveytê li ser wergirtina imtiyaza petrola bakurê Ýranê leþkerê xwe ji nava
axa Ýranê paþ de kiþand û li hemberi komara Kurdistan û Azerbaycanê ji
siyasetek du rûtiyê niþan da. Dewleta Ýranê ber bi Tebrêz paytexta komara
Azerbayicanê hêriþên xwe dest pêkirin û di demek kêm û bi bê berxwedan,
birêveber û serokkomarê Azerbayicanê (Ceefer Piþeweri) reviyane Sovyetê.
Azerbayican careke din kete jêr desthilatdariya dewleta navendiya Ýranê. Di
Azerbaycanê de di çaxê çend rojan de bi hezaran kes hatin kuþtin, lê li
Kurdistanê rewþ bi awayek din bû. Ferqa heri mezin di navbera komara Azerbayican û
Kurdistanê de rewþa demokrasiyê bû. Komara Kurdistan bêtir bi gel ve girêdayi
bû û ev rasti di çaxê têkçûna her du komaran de ji xelkê re eþkere bû.
Piraniya gelê Azeri bi têkçûna desthilatdariya Piþeweri þad û kêfxweþ bûn, lê
di rojên dawiya komara Kurdistan de Mihabad bajareki heri xemginê cihanê bû.
11 meh temenê dewleta Kurdistanê de gelê Kurd bi baþi tama serbesti û azadiyê
kiþandibû. Serokkomar û birêveberên komara Kurdistan piþti
ku hêza dewleta Ýranê bi serokatiya serleþker Fezlula Humayuni ber bi
Kurdistanê hatin, civenek pêkanin û li ser rewþa wê demê bi hevre þiwirin. Di wê demê de hýnek serok eþiretên Kurd
(Dêhbukri, Mameþ û Mengor) xwe teslimi hêzên artêþa Ýranê kirin û birêveberên
artêþa Ýranê bi pilanek gemar
dixwestin Kurdan bi destê Kurdan bidin kuþtin û bixwe ji bi bê xisarek
cani û maddi carek din desthilatdariya xwe li Kurdistanê damezrinin. Li hemberi
vê siyaseta dewleta Ýranê, serokkomarê Kurdistanê bi mercekê razi bû ku
bajarê Mihabadê teslimi dewleta Ýranê bike: ew ji ev bû ku eger dewleta Ýranê
bixwaze bi hêza êl û eþiretên xayin bajar Mihabadê talan bike û gelê bêguneh
bêkuþtin, hêza artêþa komarê ji yê li hemberi artêþa Ýranê þer biken. Li ser
vê helwesta Qazi Mihemed M. Barzani ji amadebû ku hemû hêza xwe li diji
artêþa þahê Ýranê bikar bine. Ev tedbira Pêþeway bû sebeb ku berevaji rewþa
komara Azerbayicanê ku bi hezaran kes hatin kuþtin û xisarek mezin bi gel
ket, li Kurdistanê talan, kuþtin û qetilûam pêkneyên. Li ser vê baweriyê, Pêþewa û hevalên xwe di
dawiyê de li Miyanduabê xwe teslimi hêzên artêþa Ýranê kirin. Lê Ýranê bi
taktik careke din ew þandin Mihabadê. Herçend Qazi Mihemed dizani ku ewê bên
idamkirrin ji, lê wi sonda xwe ya wefadari û bi tenê nehiþtina gelê Kurd, ji
bir nekiribû. Ji ber hindê ji bi pejirandina hemû perpirsyariyên çaxê
desthilatdariya serokkomariya xwe, xwest ku ger sûçeki wan hebe(ku di rastiyê
de sûçek nekiribûn), hisaba her tiþti ji wi bê xwestin. Ev karê serokkomarê Kurdistanê bû sedem ku
desthilatdarên dewleta Ýranê hemû kina xwe ya li diji gelê Kurd li ser serê
Qazi Mihemed û hevalên wi vala biken. Di hemen çaxi de herçend Pêþeway
berpirsyaritiya her tiþti girtibû ser stoyê xwe ji, li Seqiz û Mihabadê çend
kesên din ji hatin þehidkirin. Ji wan Ebdulaxan Metin, Mihemedxan Daniþwer,
Sidiq Es’edi, Resulaxa Mehmudi û Eli Ciwanmerdi li bajarê Seqiz hatin
idamlkirin. Edbullah Rûþenfikir, Xelil Mazoçi, Resul Nexedeyi
û Mihemedi Nazimi ji piþti þehidkirina birêveberên komara Kurdistan hatin
þehidkirin.
Bi taybet komara Ýslamiya Ýranê û komara
Kurdistan di gelek waran de bi hevre nayên beawird kirin. Di temenê teji
terajidi û wêrankariyên komara islami de heya niha bi hezaran kes hatine
kuþtin û idamkirin. Azadiya bir û ramanên siyasi di komara islamiya Ýranê bi þêweyek
hovane tên serkûtkirin, lê naveroka rojname û kovarên ku di çaxê komara
Kurdistan de derketine, didin xuyakirin ku herkes li gor ramanên xwe dikare
binivise û bixwine. Di Ýranê ji xeyni gelê Faris gelên Kurd, Azeri, Ereb,
Turkmen, Gilek û Beluç ji dijin, lê tev ji gelek mafên xwe yên netewi û oli
bêparin. Di coxrafya biçûka komara Kurdistan de kêmnetewên Yehudi, Ermeni û
Azeri xwedi hemû tiþteki bûn. Xwindina bi zimanê zikmaki û hebûna nûnerê wan
di nava karbidestên dewleta Kurdistanê de, du tiþtin ku demokratikbûna komara
Kurdistan didin bi dost û dujminan re didin selimandin. Piþti ku artêþa Ýranê paytexta Kurdistanê Mihabad
dagirkirin, general Mistefa Barzani piþti ku birêveberên komarê gehiþtin wê
qenae’tê ku nikarin li hemberi artêþa Ýranê li berxwe biden, bi hemû hêza xwe
û çar efserên Kurd Ýzet Ebduleziz, Mistefa Xoþnaw, Mihemed Mehmud û Xeyrullah
Ebdulkerim ber bi sinorên baþûrê Kurdistanê çûn û li wir piþti ku her çar
efserên Kurd xwe teslimi karbidestên Ýraqê kirin, bi terzeki tirajedik hatin
idamkirin. Nemir Barzani û 500 pêþmergeyên wi ji meþa xwe ya
diroki û pir bi zehmet, ber bi yekitiya Sovyetê dan destpêkirin û piþti ku
çendin hêriþên dijwar ji aliyê artêþa her sê dewletên Ýran, Tirkiye û Ýraqê
li hemberi hêzên Barzaniyan bi ser neketin û di navbera wan de þerên giran
qewimin, Mistefa Barzani û hemû pêþmergeyên wi derbasi axa Yekitiya Sovyetê
bûn û piþti 13 salan li sala 1958’an vegerin Ýraqê û di sala 1963’an de
þoreþa Eylolê ya li diji dewleta Ýraqê dan destpêkirin. Temenê komara Kurdistan herçend kêm û kurt bû, lê
bo yekemin car Kurd di diroka xwe de bûn xwedi dewletek serbixwe û
demokratik. Canfidayiya serokkomarê Kurdistan Qazi Mihemed heya roja iro ji
jý keç û xurtên Kurdistanê re bûye sumbila berxwedan û canfidayiyê. Serokên komara Kurdistan di çaxê mehkemekirina
eskeri de ku birêveberên dewleta Ýranê bi þêweyek formalite pêkanibûn, bi
netirsi û qehrtemani ji mafê gelê xwe parêzvani kirin. Wan heta di kêliyên
dawiya jiyana xwe de ji bi þanazi serê xwe bilindkirin û ji bo xelaskirina
canê xwe seri li hember dujiminê hov netewandin. Hinek diroknivisên Ýrani bi wê xereza xwe ya
þovenisti ku herdem li diji pirsgirêga Kurd di nivisên xwe de dane xuyakirin,
karê serokkomar û birêveberên dewleta Kurdistanê xwesipari an ji xwe
teslimkirin dihesibinin, lê berevaji vê bir û raya wan ya çewt pêþewa Qazi
Mihemed bi vi karê xwe hem canê bi hezaran kesan ji kuþtinê rizgar kir û hem
ji nehiþt ku bajarê Mihabad û gund û bajarên din yên Kurdistanê bi destê
dewleta Ýranê bên wêrankirin û þewtandin. Naveroka mehkemekirina pêþewa Qazi
Mihemed û hevalên ku niha bi niviski ketiye destê rojnamenivisên Kurd vê
rastiyê baþtir diselmine. Di ciheki mehkemekirinê de dema ku serleþkereki
Ýrani Kurdan tehqir dike Qazi Mihemed li ser serê wi diqêrine û bi hêrs jê re
dibêje:’’ Hûn dikarin min bikujin, lê heqê we tuneye ku sivkatiyê bi gelê
Kurd biken, ev bo kevçikek xwinê li ber we naparêmewe. Min dikari bi riheti
weke Piþeweri birevim lê bo kûderê herim? Vê derê cihê bav û kalên mine û ez
di rojên tengaviyê de gelê xwe bi tenê nahêlim…’’ Piþtre Qazi Mihemed bi
toreyi sendeliyekê(kursiyê) radike ku li wi serleþkeri bêxe û dadgeh neçar
dimine ku navberekê bide karê xwe yê mehkemekirinê. Ev cesaret û mêrxasiya Qazi Mihemed hemû
berpirsyarên dadgehê heyretgirti dike. Fidakari û canbaziya serokên komara Kurdistan
heta roja iro ji di nava destan û stranên Kurdi de reng daye û meydana Çiwar
Çira heta roja iro ji, ji bo hemû Kurdên Kurdistanê bûye ciheki paqij û
muqedes. Cihê ku rojekê komara Kurdistanê li wir hat ragehandin û di 31ê
Marasa sala 1947’an canê her sê Qaziyan bi þêweyek dûr ji exlaqê mirovanetiyê
di qada Çiwar Çira de, li ser axa Kurdistanê hat girtin. Ew ji mere bûn rêber û ewê di diroka doza
azadixwaziya gelê Kurdistanê de hertim bên bi biranin. Riya wan û hemû
þehidên doza bi þan û þerefa Kurdistanê yê herdem bê þûpandin. Salroja 55 saliya damezrandina komara Kurdistan
li hemû gelên azadixwazên cihanê û bi taybet li gelê qehreman perwerê
Kurdistanê piroz be. Têbînî û
jêrnivîs: 1. Çiwar Çira: Meydana navenda bajarê Mihabadê
ye. Di çar beþên meydanê de çar tirik hatine çeqandin û li ser her tirekê
lamp(çira)yek hatiye bi cih kirin. Ji bona wê ji ev meydan bi Çar Çira
meþhure. Niha li cihê çar çirayên meydana Çiwar Çira heykelê çar Þêran hatiye
bi cihkirin. 22’ê Marsa sala 1946’an komara Kurdistan li
meydana Çiwar Çira hat ragehandin û di 31’ê Marsa sala 1947’an de ji
serokkomarê Kurdistan bi hevalên xwe Sedrê Qazi û Sêyfê Qazi li Çiwar Çira
hatin þehidkirin. Ji bona wê ji Çiwar Çira di diroka Kurdistan de ciheki
muqedes û piroz e. 2. Sonda pêþewa Qazi Mihemed bi zarava Kurmanci
wihaye: ’’ Ez bi Xwedê, bi kelama ezim(mezin)a Xwedê, bi
niþtiman, bi þerafeta netewa Kurd, bi ala muqedesa Kurdistanê sond dixûm ku
heya nefesa canê xwe ya dawiyê û rijandina dilopa xwina xwe ya heri dawiyê,
bi can û mal di riya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê
bixebitim û nisbet bi komara Kurdistan û yekitiya gelê Kurd û Azerbayicanê,
muti’i û wefadar biminim.’’ 3. Got û bêj bi lawê pêþewa Qazi Mihemed Eli Qazi
re. 4. Got û bêj bi xanima pêþewa Qazi Mihemed Mina
Qazi re. |
|