Feqe Heme Şerif
Her neteweyekê , hinek nirxên
netewî û taybetiyên xwe hene, ko wê netewê ji neteweyên din cuda dikê. Bê van
taybetiyan mirov nikare her komele û, civakan bi netewetiyê navbike. Yek ji van
taybetiyan ji eve: ziman, û taybetiya herî giringe heya mirov civaka go têde
dijî bi netew navbikê. Ziman bi serê xwe, 50% ji taybetiyên civakêye, lewra
gava me got ziman, ne tenê amorekî ragihandinêye, belko ji vê pirtir giringiya
xwe heye, lewra bê ziman taybetiyên din têrê nakin ko netewê cuda bikin.
Zimanê yekgirtî navçîtiyê dikê
ji bo aboriya yekgirtî, çanda yekgirtî, ramyarîya yekgirtî, zanyariya yekgirtî
h.w.d
Ev babete bi serê xwe mijara guft û gohên ko bi
nivîsek û kurte gotarekê nayê
çareserkirin û bi dîmahî kirin. Belko karekî bê rawestan, zanyarane û pisporane
jêre divêt.
Hêdî dema em li civaka kurd di meyzênin, em dibînin
ko di vê derbarêde gelek pirsgirêk û kelem hene, çi bi destê dijmin bi û çi jî
bi destê hin rêkxistin û dezgehên ne serbixwe bin. Ev yeke jî sedemekî herî
mezine, ko dibe asteng di pêşiya pêşdeçûna tevgera rizgarîxwazê de.
Lewra weke em dizanin bê biryar û daxwaza me Kurdistan hatiye dabeşkirin,
ev jî tê wê wateyê, her yek ji van welatên mêtînger di hewildana vê yekê deye;
bandora çand û zimanê xwe li ser civaka me bike, û bi vî rengî taybetiyên me
yên netewî lawaz dibin, û civaka me ne tenê bi danîna tixûba, belko bi
taybetiyên çandî û civakî jî ji hev dûr dikeve.
Dawî wisa li
civaka Kurd dihêt ko ne bi çavê kurd, belko bi çavekî din li birayê xwe î din
tema$e bikê, ev jî daxwaz û stratejiya dijmine.
Lewra bi vê yekê hêza netewî jî tê dabeşkirin,
û tohvê dijberiya çandî di nav civaka Kurd de peyda dibe. Dema em dêhnê xwe
didinê em dikarin vê jî bibînin, her
sazî û rêxistineke Kurd serbixwe kar dike, bê ko di binê Sêhwaneke-Netewî’de.
Weke mînak peymangeh û zanîngehên me yên heyin, li welêt û li derve yî welêt,
bê yî ko hevkariya hev bikin, bê yî ko ji hev agahdar bin, karê xwe wekî ko
firman ji wê hêza go ew pêve girêdayine tê dikin. Pêwist nakê em van sazî û
dezgeha destnîşan bikin.
Başe çareserî çiye? Dema
ev pirs were kirin, û tê pirskirin jî rojane, dema me got pirs û pirsgirêk,
naxwe çareseriya vê jî heye. Vêca ma gelo çareserî ji bo vê pirsgirêkê nîne? Û
heger hebe çiye? Em hemî dizanin ti pirsgirêkên ko ne yên çareserkirin nînin.
Belê ji bo
çareseriyê, divêt hewildan hebin, û daxwaza çareseriyê ji dil bête kirin, ne
tenê lew lew li ser bê kirin, û roja din bête jibîrkirin. Başe
çareserî çiye? Li gor dîtina min eve: di sêrî de divêtin zimanzan, dîrokzan,
rewşenbîrên kurd, bi biryareke awerte li hev bicivin; civîna wana ne go ji
bo dîtina dost û biraderan be; divêt biryarên giring têde werine girtin; divêt
yek ji van biryarane eve be (damezrandina peymangiheke lekolînên li ser zimanê
Kurdî), ango dezgehekî bi vî rengî bête damezrandin.
Ev dezgihe divêt serbixwe kar
bike, ango ji aliyê hin hêz û rêkxistina ve neyête birêvebirin; ev dezgihe
divêt zana û pisporan bişyênê hemmû navçeyên Kurdistanê, ne tenê
Kurdistanê, belko deverên ko Kurd lê dijîn. Bêjeyên hemmû zaraveyên Kurdî cuda
cuda bêne çapkirin, piştî vê, hewl bête dayin gotin û bêjeyên biyanî ji
zimanê kurdî bêne derxistin, ferhengeke kurdî ya dewlemend bête berhevkirin,
ango ev ferhenge wisa bête bi navkirin “Deryaya Zimanê Kurdî”, ko hemmû bêjeyên
Kurdî, yên petî, bê go bêjeyên biyanî têde cih bigrin.
Wekî din ev pisporên ziman,
yên ko daketine nav komên gel, ji hemmû qadên civaka Kurd, weke: rêncber,
cotyar, şivan, bêrîvan, rezvan, gavan, gundî, kebanî, h.w.d., û bi van
kesan re bête axavtin, li wan bête guhdarî kirin, lewra her yekî ji vana di
qada xwede şehrezaye.
Û ev bêje û gotinên hatine berhevkirin, di wê ferhenga ko me di
jor bi nav kirî’de bêne berhevkirin, û ev ferhenge divêt bête şiyandin ji
hemmû zanîngeh, xwendingeh, peymangeh, dibistan û zanayên kurd re.
Wekî din, rêzimaneke
hevbeş, ko kurdî ji zimanên din cûda bike bê destnîşankirin, û li ser
bête karkirin, piştî ko rêzimana kurdî hate destnîşankirin, biryar
bête dayin, ko hemmû weşan, nivîs, û çapemeniya Kurd, tenê bi vê rêziman û
wî zimanê yekgirtî go ji hêla van pisporan ve hatiye destnîşankirin bête
bikaranîn. Ev ziman wê di demeke nêzik de cihê xwe di civata Kurd de bigre, û
ev kare pîroztirîn kare ko bête kirin ji bo civaka Kurd.
Piştre, ev zimanê
yekgirtî divêt li gorî dabeşkirina zaraveyên Kurdî bête berhevkirin, ango
hemmû zarave têde bêne bikaranîn li gor mişebûna wan di nav Netewa Kurd
de, wekî mînak dema em bêjin 10% Kurd bi zaraveyê Zazakî/Dimilî di peyivin,
divêt para bêjeyên wan jî 10% be di wî zimanê yekgirtî’de bê.
Dîsa ji bo bîranînê! Divêt em
gellek agahdarbin da bêjeyên biyanî têkilî zimanê me, yê pîroz nebin.
Babetê din jî ko giringiya xwe
heye, alîfba’yek, ya yekgirtî, weke em dizanin, Kurd 3 alîfba ya bikar dihênin,
û hewildaneke gellek dijwar ji aliyê hin kesên xwudan mebestên tarîve tê kirin,
ew hewildane jî eve (alfabeya latînî bikin bi alfabeya yekgirtî ya zimanê
Kurdî!!), başe mebest pê çiye? Ez naxwazim ji mijara nivîsa xwe derkevim,
û bikevime babetekî dîtir, ko cihê guft û gohên dijware. Em vegerine ser mijara
xwe ya sereke, îdî weke giringiya zimanê yekgirtî alîfba ya yekgirtî jî ji bona
netewekê gellek û gellek giringe, û eve jî karê wî dezgehê me yê ko me di jor
de pesnê wî da, û me hinek ji erkên wî bi rêzkirin.
Tiştekî suriştiye di
vê kurte nivîsa xwede nikarim derbarê vaqqas babetande binivîsim, tenê weke
kurdek, min xwest dîtin û hestên xwe bînime ziman.
Hêvîdarim ko ev hawara min
kurdê nezan, bigihî hemmû zimanzan û rewşenbîrên Kurd da roj berî rojekê
em hemmî kurd karibin bi zimanê xwe yê şîrîn biaxivin, û ew zimane
şîrîn bibe zimane ragihandinê, yêt civaka Kurd, ne go em zimanê dijmina
bikar bihênin, û ji wêjeya wanre bibine alîkar!!
31.08.2001
Lugano
Switzerland