LEYLA QASIM:
Sembola canfîdayiya keç û jinên Kurdistanê
( 1952 Xaneqîn 12.
05. 1974 Bexdad )
Kakşar
Oremar
Destpêkek kurt
Di
dîroka Kurdistanê de ji ber rewşa siyasî û jeopolîtîka cihwarê jiyana
Kurdan bi hezaran salaye ku heya radeyekê mafê jina Kurd ji mafê mêran zêdetir
hatiye binpêkirin.
Herwiha mêrên Kurd jî bi navê wê hindê ku
qedera jiyana jin û keçên malbata wan di destê wan de ye, pir mafê jina Kurd
binpêkirin e.
Di
vê navê de dewletên dagirker jî bigiştî nexwestine ku rewşa civakiya
gelê Kurdistanê rengê guherandinê bi xwe ve bibîne û kultur û ferhenga civakîya
di nava gel de pêşbikeve. Ji berku wan dewletan pêşketina kultur û
çanda Kurdan li dijî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî dîtine.
Di
Kurdistanê de, di serdema feodalîzmê de mêrsalarî û siyaseta çewta dewletên
dagirker rewşa mafê civakî û siyasiyê jina Kurd xistibû nava çemberek teng
ku şûnewarên wê serdema reş û tejî êş, hê jî ne tenê li
Kurdistanê belkî li hemû Rojhilata Navîn tên xuyakirin. Ye’nî jiyana civakî-fikrî
ya jinên Kurdistanê bi taybet di nava gundan de zêde rengê guherandinê bi xweve
nedîtiye.
Di
rewşek wiha tejî astengî û nalbar de jina Kurd jî hertim li berxwedaye û
têkoşaye ku liyaqet û kesyetiya xwe di warên cur bi curên civakî û siyasî
de bide xuyakirin û heta hin caran liyaqeta wê gihîştiye radeyeke wisa
bilind ku navê xwe li cîhanê derxistiye pêş û ji aliyê gelek gerîdok û
lêkolînvanên sosiyolog ve wekî şêrejen û qehreman hatine naskirin.
Li
ser kesayetiya cicakî-siyasiya jinên navdarên Kurd pêwîstî bi lêkolînek
berfireh û akademîk heye.
Jiyan
û biserhata jiyana şehîd Leyla Qasim
Leyla
Qasim yek ji wan keçaye ku di dîroka siyasiya Kurdistanê de weke pêşeng û
qehremanek şoreşger tê bi nav kirin.
Jiyana
Leyla Qasimê ya tejî êş û zehmetî ku bi hovîtî û tirajêdiyek xemgîn ji
aliyê dewleta Beesiyên şovenîst û cinyetkar ve hat bi dawîanîn, pênaseya
kesayetiya siyasiya jina Kurd ku Leylayê bi serfirazî nûneratî jê re kir, bi
eşkerahî dide xuyakirin.
Leyla
keça Qasimê kurê Hesen sala 1952’an li kompaniya petrolê ya bi navê Elwend li
nêzî gundê Banmîl yê girêdayî bajarê Xaneqîn li başûrê mezinê Kurdistanê
di nava malbateke hejar û welatperwer de hat dinê. Xaneqîn bajarê Leylayê jî
weke bajarê Kerkûkê ji ber kanên petrolê hertim bi siyaseta te’irîb û enfalkirinê
re rû bi rû maye û heta roja îro jî siyaseta asîmîlasyonê li wir berdewame.
Kurdên wilayeta Xaneqînê jî di çaxê şoreşa Eylolê de bi gerimî di
şoreşê de beşdarî kirin û di vê rê de gelek şehîd
pêşkêşî doza Kurdistanê kirin.
Bavê
Leylayê Qasim karkerekî palavtin(tesfîye)a neftê li kompaniya Elwend bû ku
piştî xanenişîn kirinê li sala 1971’an malbata wan koçî bajarê
Bexdayê kirin. Xwîşk û birayên Leylayê Sebîhe, Selam, Sefa û Selah tev jî
di karê xwîndinê de xwendevanên zîrek bûn û heryekî ji bilî karê dersxwîndinê
bi şêweyên cur bi cur dixebitîn(hewil didan) ku ji bo debara jiyana
malbata xwe hevkariya bavê xwe yê karker û dayika xwe ya zehmetkêş biken.
Ew herçend malbatek feqîr bûn jî, lê xwe pir bextewer dihesibandin û bi keda
destên xwe jiyanek tejî semîmyet bi hevre didomandin. Bav û dayika wan şev
û rojan dixebitîn ku pêwîstiyên zarokên xwe cîbicî biken.
Sala
1958’an Leylayê dest bi xwîndina xwe ya dibistanê kir û li bajarê Xaneqîn
xwîndina xwe ya navendî jî bi dawî anî. Ji ber ku Leylayê ji temenê zarokatiyê
tama hejarî û feqîriyê kişandibû, xewna azadiya Kurdistanê jî didî û tam û
evîna Kurdayetiyê roj bi roj di mêşik û ramanên wê de şirîntir û
bihêztir dibûn.
Herçend
ku Leyla Qasim di temnek kêm û hê jî ciwan bû, lê ji zarokatiyê pir bi aqil,
şareza û têgihiştî bû û baweriya wê bi wekheviya keç û kuran hebû. Ev
nîşana yekê bû ji bo selmandina vê rastiyê ku Leyla Qasim dixwaze li ser
roya demokrasiyê heta canê xwe jî fîda bike.
Leyla
bi riya birayê xwe yê mezin şehîd Selam Qasim ku bi şêweyek nihînî
endamê Partî Demokratî Kurdistana Iraqê bû sala 1970’an bi fêrmî bû endama wê
partiyê û xebata xwe ya ji bo doza netewa xwe di nava xwîndevanên Kurd de
dadestpêkirin. Piştî wê li bajarê Bexdayê lîse jî qedand û dûre sala
1971’an di para edebyatê beşê sosiyolojî li zanîngeha bajarê Bexdayê hat
pejirandin.
Ji
sala 1972’an di nava bajarê Bexdayê de liv û lebata yekitiya xwendevanên
Kurdistanê herçend îstixbara Beesîyên Iraqê her der û hertişt kontrol
dikirin, roj bi roj zêdetir dibû. Li wan salan piraniya hêz û bizava
şoreş Kurdan ya di bin rêbertiya P.D.K.I de li çiyayên başûrê
Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bona wê jî dema Leylayê dît ku
herkes dibêje:” Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin
tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran
cuda ne”, biryar da ku tevî xwendevanên xurt bi awayekî aktîvtir û berfirhetir
xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir
bikin.
Evîna
Leyla Qasim û Cewad Hemewendî
Leyla
Qasim di nav hevalên xwe de ji yekî hez dikir ku navê wî Cewad bû. Ew hertim bi
hev re dixebitîn. Leyla bi hevkariya Cewad Yekitiya Xwendevanên Kurdistan ya di
bin serokatiya Adil Murda de naskir û wek endam tevî wan bû û her bi desteka
Cewad, tevî refên pêşmergeyan bû. Lê armanca Leyla Qasimê ew bû ku bêtir
di kar û barên rêkxistinî de û bi taybetî jî di nava Kurdên rûniştivanên
bajar de bixebite.
Li
zanistgeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din de
pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê re da
selmandin(îsbatkirin). Ji ber ku Leylayê herçend Cewad xwendevanê zanistgehê
nebû û di fabrîka zeytê de û bi karkeriyê debara jiyana xwe dibihûrand û
herwiha ew û Leyla ji du çînên cudayên civakê bûn jî, wek hevalê xwe yê jiyana
pêşerojê hilbijartibû û ew hertim bi hevre dixebitîn. Xala girîng ji bo
Leylayê hevparbûna bîr û ramanên wê û Cewad bûn ku herdu jî endamên partyekê û
ji bo doza Kurdistanê bi hevre xebat dikirin. Bi wateyek din evîna wan evîna
welatê wan yê bindest Kurdistanê bû. Vê helwesta Leylayê fikir û ramanên kevnar
ku heta di bajarekî weke Bexdayê de jî li ser dan û standinên civakî hakim bûn,
pûçkirin. Leylayê bi wan xebatên xwe îspatkir ku hem di şoreşê de,
hem jî di nav civakê de jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan
têbikoşin û li doza xwe xwedî derkevin.
Biryarek
Dîrokî
Leyla
Qasim û Cewad Hemewendî yê hevalê dema jiyan û mirina wê di serdemek wiha
girîng de ku Beesîyan hebûna netewa wan înkar dikirin, biryardan ku heya bi
destxistina mafê xwe yê netewî li rex hevalên xwe yên din ji bo çareserkirina
pirsgirêka gelê xwe bixebitin. Ji ber ku di wê serdemê de hereketa siyasiya
gelê Kurd bi taybetî li Başûrê mezinê Kurdistanê di pêvajoyek pir mezin û
girîng de derbas dibû. Leyla û Cewad ku xwedî baweriyeke mezin bi doza netewa
xwe bûn di sala 1974’an de bi hevre li ser rewşa sosyolojiya Kurdan
gotarek nivîsandibûn û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweşînin û di
nava gel de belav biken. Lê destpêkirina şer ji nûve û girtina wan bûn
sedem ku nivîsa wan nekeve destê xwendevanên Kurd û nivîs ji aliyê sîxurên Bees
ve hat wenda kirin.
Piştî
xebata salên dijwar û giran di 11’ê Adara sala 1970’ê de piştî gotûbêjên
dûr û dirêj yên di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefa Barzanî de di
çarçoveya Iraqê de otonomî ji Kurdên başûrê Kurdistanê re hat diyarkirin.
Rewşa
şer û aştiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê de heya
Siptambira sala 1974’an domand.
Di
wê serdemê de Amrîkayê jî hehkarî dida serhildana Kurdên başûrê
Kurdistanê, lê mixabin dema ku bi rastî pêdvî bi hevkarî û destek kirinê hebû,
dewleta Amrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr dan jandarêmê xwe yê rojhilata
navîn (M. Riza Şahê Pehlewî) ku ji bo şikesta şoreşa Kurdan
hevkariya Beesiyan biken.
Piştî
wê dema ku Amrîka û rejîma seltenetiya Iranê destê xwe ji piştgîriya
Kurdan berdan, rejîma Iraqê li dijî Kurdan şerekî giran û hovane
dadestpêkirin û ji nişkave di civakê de pir tevlîhevî çêbûn. Malbatên
Kurdan ji bajarê Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasiya Kurdan roj bi
roj xirabtir dibû. Li bajarê Bexdayê endamên êstixbarata dewletê bi sedan
xwendevan û Kurdên nîştimanperwer girtin û rewşek tejî tirs ji
azadîxwazên Kurd û Ereb re afirandin. Herwiha li Kurdistanê jî bi dehan gund
hatin wêrankirin û di 24 Aprîla sala 1974’an de bajarê Qeladizê jî bi giranî
hat bombaran kirin ku di encamê de çend xwendevanên Kurd jî li wir şehîd
bûn.
Piştî
vê yekê, Beesiyan hêrişî ser bajarê Helebçê kirin û ew bajarê Kurdistanê
jî bi giranî hat bombaran kirin û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin
û birîndar kirin. Li hemberî van hovatiyên rejîma Iraqê gelek xwendevan û gelê
sivîl ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê û tevlî
hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leyla Qasim û Cewad Hemewendî di wê baweriyê de
bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê belkî xebata herî giran pêwîste
di nava cergê dijmin de û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin. Di
rewşek wiha de ku roj bi roj şerê Kurd û dewleta Iraqê dijwartir
dibû, êstixbarata Beesîyan jî zext û zora xwe li ser serê Kurdên
rûniştvanên bajaran zêdetir dikirin.
Roja
28. Aprîla sala 1974’an (28. 04. 1974) Leyla û çar hevalên wê ( Hesen Heme
Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî, hatin girtin û
rejîma Bexdayê di rojnameya Elsewre organa fêrmiya dewletê û di radiyo û
telefzyuna xwe de ew girtî weke terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkê û
raya giştiya cîhanê dan nasandin.
Leyla
û hevalên wê ku weke kevokên azadiyê bibûn êxsîrên destên gemarên karbidestên
rejîma Bees, di girtîgehê de rastî şikence û azarek pir mezin bûn. Herçend
biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo
tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgîriya doza xwe
ya netewî dikirin, di demek kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgehek
formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.
Taybetmendiyên
Leyla Qasimê û gotina dawiyê
Li
gor dîtina ew kesên ku ji nêzve Leylayê nas dikin û ew dîtine Leyla keçek
netirs, zîrek, axiftin xweş, esmer, bejin bilind û şêrîn bû û di karê
rêkxistinî û hizbayetiyê de jî bi dîsplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam didan.
Wê di çaxê ku di bin çavdêriya êstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva
pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û
bi dengekî bilind wiha jêre got:
“
Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd yê
ji xewa giran şiyar bin, ez pir kêfxweşim ku bi serfirazî û di riya
azadiya Kurdistanê de canê xwe fîda dikim”.
Karbidestên
îstixbarata dewleta Iraqê ku li hemberî berxwedana Leylayê susretgirtî mabûn,
baş dizanin ku ger keçeke wiha xwedî bawerî zindî bimîne yê bandoreke
mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkbîne û yê bi zanyariyên xwe
yên siyasî bêtir ji berê ji bo şiyarkirina jinên Kurd û tevlî kirina wan
ya di nava şoreşê de xebatêbike. Ji bona wê jî di demek kin de bi lez
û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û derbarê wan de biryara
dardakirinê wergiritin. Rejîma xwînmij a Iraqê di roja 12 Mars 05 1974’an de
seet 7’ê berê sibê Leyla Qasim û hevalên wê îdamkirin.
Leyla
Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû şikence kirin, lê ji bo ku
dilê dostan şa û dilê dagirkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî
xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya. Di deqîqeyên
dawîyê de wê nehişt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. Ew
bi xwîndina marşa netwîya Kurd (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo
doza Kurdistan ji herkesî re da selmanin.
Ey
reqîb her mawe qewmî Kurd ziman
Naşikênê
danerî topê zeman
Kes
melê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe
Zîndûwe
qet naniwê alakeman
….
Piştî
ku Leyla Qasim bi hevalên xwe re hat şehîd kirin, Selamê birayê wê jî di
nava bajarê Bexdayê de ji aliyê Beesîyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam
tenê ew bû ku wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên Kurd ku li Ewropa ders
dixwîndin û endamên YXK bûn. Li pey van bûyerên tal dayik û bavê Leylayê jî ji
ber ji destdayîna zarokên xwe, bi xembarî wefat kirin. Bi vî rengî Beesiyan
xwestin ku keç û jinên Kurd nekevin nava xebata siyasî û civakî. Herwiha wan bi
vê hovitiya xwe xwestin ku îrade ya malbatên Kurd ku di nava bajarên Iraqê de bi
hemû şêweyan hevkariya şoreşê dikirin, bişikinin.
Daxwaza
Beesiyan ji Leylayê û bersiva wê
Berpirsyarên
dewleta Iraqê beriya şehîdkirina Leylayê bi darê zorê jê daxwazkirin ku bi
nivîsandina nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan
bike û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan re bide diyarkirin ku di riya
rizgariya Kurd û Kurdistanê de xebat kiriye. Lê şêrekeça Kurd Leyla Qasim
bi nêrînek hişik û tifa ku avêt ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva
wan da:
“
Ger ku ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşiman bibim ewe ku ez zû dimirim
bêy ku bikarîbim demek dirêj ji gelê xwe re xebatê bikem û ger qirar be dawa
lêborînê ji kesekî bikem, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ku di
rastya xwe de, min ji bo doz û pirsgirêka netewa xwe kêm xebat kirye ”.
Şehîdkirina
Leylayê û reaksyuna Kurdan
Îdamkirina
Leyla Qasim û hevalên wê li piranya deverên cîhanê bi riya medya belav bû.
Xwendevanên Kurd jî li dervey Kurdistanê dest bi meşên protestokirinê
kirin. Hovtiya Beesiyan ku hemû riyên çareserkirina pirsgirêka Kurd tenê di
şehîd kirin û wêrankirina gund û bajarên Kurdan de didîtin, bi şehîd
kirina Leylayê bêtir ji raya cîhanê re hat xuyakirin. Ji ber ku di dîroka Iraqê
de ew cara yekemîn bû ku keçeke Kurd bi eşkerahî û bi şêweyek dûr ji
exlaqê mirovanetiyê ji ber helwesta wê ya azadîxwazî û Kurdperweriyê bê
şehîdkirin bêy ku li gor zagonên hûqûqî yên cîhanê tawanek dij mafê
mirovanetyê pêkanîbe.
Leyla
tenê têhniya jiyanek serbest di etmosfêrekî azad de bû û hemû guneha wê
helwesta wê ya Kurdyetî û niştimanperweriyê bû.
Şehîd
kirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sebeb ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê
yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo
domandina riya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê.
Bi
vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên
Kurd li dijî zordarî û çewsandina netewa Kurd. Bi şehadeta Leylayê re
baweriya jina Kurd xurtir bû û di wê demê de şerê di navbera Kurd û
dewleta şovînîsta Iraqê de jî gurtir û berfirehtir bû.
Gelê
Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê Leyla Qasima canemerg jî wekî qehremanek
netewî dibînin. Sala 1974’an dema ku Leyla hat şehîdkirin, li seranserî
Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re
hibijartin û wêneyên Leylayê ketina nava malên hemû Kurdên ku evîna azadî û
serxwebûna Kurdistanê di dilê xwe de diparastin.
Leyla
Qasim û ramanên wê
Baweriya
Leylayê bi azadiya gelê Kurd pir hebû û ji bona wê jî bi çi rengan li hemberî
dijmin serê xwe netewand. Li gor dîtina Leyla Qasim çewsdandina jina Kurd tenê
di çarçovê zilm û zordariya mêrê Kurd de bi sînor nebû, belkî wê xebat dikir ji
bo guherandineke giştî. Di vê derbarê de Leyala dibêje:
”
Şêweya guherandinê di nava civata Kurdistanê de pêwîste guherandinek
siyasî, civakî û aborî be û ger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hûqûqî nestîne,
mafê jina Kurd jî yê hertim bê bin pêkirin.”
Navê
Leyla Qasimê di nava helbes û stranên Kurdî de
Gelek
helbestvan û stranbêjan qala qehremanîya Leylayê kirine û li ser wê helbest
ristine. Mamosta Hêmin Mûkryanî şaêrê millî yê çaxê komara demokratîka
Kurdistanê li ser qehremanîya Leylayê wiha dibêje:
Ke
tu turay le çawim wek xewî min
Le
biskit reştire mangeşewî min
Birû
Mecnûn be Leylay xut menaze
Ke
nawbangî pitir derkird ewî min
Bizey
hatê, witî celadî xiwêrî!
Be
keyfî xut petit bawêje estom
Ewe
pet niye mîdalî îftixare
Ke
bûme qaremanî mîlletî xom.
Herwiha
mamosta Cîgerxwîn di helbesteke xwe de bi xembarî li ser şehîdbûna Leylayê
wiha dibêje:
Leyla
keça Mît û Meda
Canê
xwe da di ber me da
Bijîn
heçî ku canfîda
Xweş
bin ji te jar û geda
Leyla
çiraxa şevreş e
Wê
rû li Kurdan kir geş e
Kuştin
bi me Kurdan xweş e
Zordarî
êdî nameş e!
Leyla
bijî, sed aferîn
Ji
bo me bûye ol û dîn
Dîsa
li min der hûn birîn
Heta
cîgerê min bûye xwîn!
Mamosta
Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanê E’reb yên mîna Udunîs di helbestên
xwe de behsa canfîdayiya Leyla Qasimê dikin. Wek dibêjin hinek helbestvanên
Filstînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirine.
Herwiha
hunermendên Kurd li her çar perçên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfîdayîya
Leylayê bi bîr tînin:
Hunermendên
navdar Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên
şaêrên Kurd ku derheqa Leylayê de vehûnandine bi awazên xweş
xwendine.
Piştî
salên dûr û dirêj riya Leyla Qasimê bi şêweyek berfirehtir ji aliyê keç û
jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh
Margirêt Govergîs û Leyla Qasima serbilind û netirs û îro jî Zîlan,
Binefş, Birîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana
û bi hezaran şêre keçên çeleng û qehreman li ser riya Leylayê
dimeşin.
Xebat
û şehadeta Leyla Qasimê rih û canek nû xiste nava mejî û xwîna jina Kurd û
wê wateya şoreşgerbûna rastîn bêtir bi wan da xuyakirin.
Jêder
_
Hevpeyvîn bi Adil Murad berpirsyarê YXK di çaxê şoreşa nemir Mistefa
Barzaî de.
_
Hevpeyvîn bi Dr. Fuad Husên hevkarê Leyla Qasimê yê rixistina siyasî.
_
Sipas ji bo zanyarîyên E’qîle xanimê û Dr. Cebar Qadir.
Sûhêyil
Qazî
SLeyla
Qasim weke ku min bihîstiye keçeke pir-pir zîrek bûye. Wê roja ku Leyla Qasim
dibirin ji bo îdamkirinê, wek hatiye bihîstin Leyla Qasimê bi dirûşman û
dev bi ken çûye û dirûşmên wê (Bijî Kurdistan û bijî serkeftina
Kurdistanê) bûne. Leyla Qasim birastî yek ji wan jinên Kurd yên mezin bûye ku
cihê îftixar û serbilindiya netewa Kurd bû û bi taybetî ji bo jina Kurd.
Dr.
Fuad Husên
Min
sala 1972 Leyla Qasim naskir ku li zanistgeha Bexdayê xwendevan bû. Min bi riya
hevalekî xwe yê bi navê Cewad Hemewendî Lelya nas kir. Cewad heval û dostê
Leylayê bû. Leyla Qasim hembajêriya min bû û em herdu ji bajarê Xaneqînê ne.
Dema ku min Leyla jî nasdikir min dizanî ku ji kîjan malbatê ye
Leyla
wê demê ku xebata Kurdan li Bexdayê pir hebû û berfireh bû û bi taybetî di nava
xwendevanên Kurd yên di zanistgeha Bexdayê de xebatek mezin hebû. Leyla yek ji
wan xwendevanan bû û wê wisa dizanî ku xebat ji bo netewa Kurd ferz û wacibe.
Ji bona wê jî dawa kir ku bê nava rêza karê rêkxistinî ku wê demê Partî
Demokratî Kurdistan_ Iraq serkêşiya hereketê dikir. Wê nameya daxwaza xwe
ya tevlîbûna nava partiyê ji me re nivîsî û em jî pir kêfxweş bûn bi vê
helwesta wê ya şoreşgerî. Ew weke endam hat pejirandin di nava
rêkxiraw û rêkxistina me de. Lê peywendiya wê bi partiyê re tenê bi riya Cewad
re hebû. Karê wê ew bû ku di nava xwendevanên zanistgehê de ji bo pirsgirêka
Kurd propagandeyan bike.
Leyla
Qasim yekemîn jina siyasî bû ku li Iraqê hat îdam kirin. Yanî beriya Leyla
Qasimê li Iraqê tu jinek ji ber suçek siyasî nehatiye îdamkirin. Yanî Leyla di
nava hemû Ereb, Aûsrî û Kurdan de yekmîn keça Kurd bû ku ji ber bîrûrayên
siyasî hat daleqandin. Girîngiya karê Leyla Qasim di vir de ye.
Giringiyek
din ewe ku dema Leyla Qasim li zindanê girtî bû pir îşkence lêkirin û jêre
gotin ku nameyekê binivîse ji serokkomarê Iraqê yê wê demê (Ehmed Hesen
Elbekir) û dawa lêborînê jê bike. Wê jî gotibû:“ Ez nameyê nanivîsim bo
serokkomar. Ger ez kaxezê binivîsim divê ji bo gelê xwe binivîsim, nameyê ezê
ji bo netewa Kurd binivîsim û yê dawa lêborînê ji gelê Kurd bikem. Çimkî temenê
min ciwan bû û temenê min hê pir ciwan bû û min nekarî zêde xizmetê ji bo gelê
xwe bikem. Ez dawa lêborînê ji serokkomarê Iraqê nakim, ez dawa lêborînê ji
gelê xwe dikim.”
Leyla
Qasim ji ber ku ciwanek bû, xwendevanek bû, yekemîn jina Kurd bû ku li Iraqê
hat îdamkirin. Piştre li hemberî îşkencê li berxwe da û li hemberî
rejîma Iraqê li berxweda û xwe nîşan da ku xwe fîda bike ji bo pirsgirêka
netewa Kurd
Li
sala 1974’an Iraqê dest bi şerekî xwînîn li dijî Kurdan kir. Di 24ê. 04.
1974’an de rejîma Iraqê bajarê Qeladizê bombaran kir û li wir gelek xwîndevan û
gelê sivîl hatin şehîd kirin. Rojek piştre li 25’ê 04. 1974’an de
Helbçe jî bombaran kirin û pir kes li Helebçe hatin şehîdkirin.
Piştre di demek kin da dan nîşan dan ku komela xwînedevanan li
Bexdayê ji bo piştgîrîkirina bizav û pirsgirêka Kurd gelek çalak bûne û
gelek ji wan hatibûn destgîr kirin û girtin. Piştre ew li telefzyonê
nîşan dan û gotin ji wan pênc kesên ku serokatiya yekitiyê dikirin pênc
kes bûn ku Leyla Qasim yek ji wane. Piştre wan bixwe dan îlankirin ku her
pênc ji wan hatine îdam kirin.
Ez
çend caran bi Leylayê re rabûm û rûniştim û em bi hevre axivîn û bi
Cewad re jî em li ser karê xwe diaxivîn. Leyla Qasim di wê demê de wisa
difikirî ku jin û mêrên Kurd bi hevre xebatê bikin ji bo çareserkirina
pirsgirêka Kurdistanê û li dijî rejîma Iraqê. Leyla di wê baweriyê de nebû ku
xebata jina Kurd li dijî mêraye. Ew di wê baweriyê de bû ku pirsgirêka Kurd
tiştekî girînge û divê jin û mêr bi hevre bixebitin li dijî rejîma Iraqê û
ev ramana wê bû sebeb ku Leyla neçû nava rêkxistina jinan û bi zilaman re xebat
dikir û bi Cewad re di nava peywendiyan de bû.
Leyla
di wê baweriyê de bû ku xebata Kurdan tenê nabe di çiyan de be û divê xebata
Kurdan di nava bajaran de be jî. Ji bona wê jî dema ku şerê 1974’an li
dijî Kurdan destpêkir hem ew û hem jî Cewad nehatine çiya û li Bexdayê man.
Çimkî ew di wê baweriyê de bûn ku divê di nava Bexdayê de xebat û livbaziyên
Kurdan heben. Wê demê li Bexdayê pir Kurd hebûn û wan bi pêwîst dizanî ku
xebata siyasî di nava bajarên mîna Bexdayê de berfireh biken. Ji bona vê
armancê jî Leyla amade bû ku fîdakariyan bike û wek me dît jî di dawiyê de wê
canê xwe ji bo vê armancê, ji bo ramana Kurdayetiyê fîda kir. Çimkî wê demê
gelek kesan wisa fikir dikir ku xebata Kurdan tenê li çiyane û li bajaran xebat
tine û xebata jinan û mêran ji hev cudaye. Leylayê digot ku xebata jin û mêran
bila bi hevre be û tev bi hevre bixebitin ji bo pirsgirêka Kurdan.
Leyla
keçek bû ku vekirî bû, bi hêsanî dostayetî û hevaletiya mirovan dikir. Bi
taybetî bi Cewad re, ji ber ku hevala Cewad bû û hevalitiya wê û Cewad li ser
wê esasê nebû ku bes ji hev hez dikirin, belkî dildariyek din, xweşewîstiyek
din di nabera wan de hebû ku ew jî xweşewîstiya gelê wan bû. Hem Cewad û
hem jî Leyla ji evîn û xweşewîstiya gelê xwe, hev û din peyda kirin. Leyla
tenê hevala Cewad nebû belkî hevala hemû xwendevanên din yên Kurd bû û bi tevan
re ji bo Kurdistanê dixebitî. Dema ku ew hatin îdamkirin jî 4 xurt û yek jî
Leyla bû. Cewad bi xwe kirêkar bû û her sê yên din xwendevanên zanistgehê bûn
bi Leylayê re dixebitîn ji bo pirsgirêka Kurd.
Leyla
Qasim ewa ku li bîra min be di wê baweriyê de nebû ku keça Kurd nikare xebatê
bike. Ew di wê baweriyê de bû ku çawa kur û mêrên Kurdan dikarin xebatê biken,
keçên Kurd jî wiha dikarin ji bo doza netewa xwe bixebitin. Wê tu ferqek
nedidît di navbera xebata jin û mêran. Û ev karê han ji bo jin û mêran ferz û
wacibekî nîştimanî didî ku xebatê bike ji bo pirsgirêka Kurd. Leyla amade
bû bibe endam di nava rêxistina partioyê de û bi zilaman re xebatê bike ji bo
pirsgirêka Kurd. Yanî bîr û ramanên Leylayê li ser xebata jina Kurd ew bû ku:
Ya yekê wacibe ku jina Kurd ji bo pirsgirêka Kurd bixebite. Ya duyê jina Kurd
dikare bi hemen şêweya ku mêrê Kurd ji bo pirsgirêka Kurd dixebite ew jî
ji bo pirsgirêka netewa Kurd bi hemen şêweyê bixebitin.
Dewleta
Iraqê ew tawanbar kirin bi wê hindê ku wan dixwest kiryarên terorîstî pêkbînin.
Lê ev tiştekî nerast bû û îhanetek mezin bû ku bi wan hat kirin ku netewa
Kurd bitirsînin. Roja 13.05.1974 Leyla Qasim, Cewad Hemewendî, Azad Mîran,
Nerîman Fuad Mestî û Hesen Hemereş ku hevalên Leylayê bûn hatin îdamkirin.
Di girtîgehê de Cewad, Leyla û hevalên wê gelek hatibûn îşkence kirin û
pir li wan xistibûn, lê wan tevan li hemberî rejîma dagirkera Bees li
berxwedan. Beesiyan ji Leyla Qasimê dawa kiribûn ku nameyekê ji serokomarê
Iraqê re binivîse û dawa lêborînê ji wî bike. Çimkî dewleta Iraqê jî ditirsiya
û ew yekemîn car bû ku jinek siyasî li Iraqê dihat idamkirin û ditirsiya ku
raya derve zixteke pir zêde bînin ser dewleta wan. Wan hez dikir ku Leyla
nameyekê binivîse ji bo dewleta Iraqê ku vê namê li hemeberî Leylayê
bikarbînin. Lê Leylayê ji wan re got:” Ez nameyekê nanivîsim ji dewleta ku gelê
min dikuje. Nameyê bo serokkomarekê nanivîsim ku bi dengê gel nehatiye ser
desthilatdariyê, ez nameyê nanivîsim bo kesekî ku Kurd û E’reban bi hevre
dikuje. Ger nameyekê binivîsim ezê ji bo gelê xwe binivîsim, ji berku min
nekarî bo demeke dirêj ji gelê xwe re xizmetê bikem
Çima
dewleta Iraqê Leyla Qasim îdamkir?
Ji
ber ku yekemîn car bû ku bi wî şêweyî jina Kurd dihate meydana xebatê û
jina Kurd ku li Bexdayê bi hevalên xwe re rêxistinek nêhînî durist biken, ji bo
ku xizmeta gelê Kurd biken. Leyla genc û xwîndevan bû. Di nava xwendevanan de
bizavek mezin hebû, herwiha di nava Kurdên Bexdayê de û wan piştgîrî ji
hereketa Kurdan dikir.
Dewleta
Iraqê ji wê hindê ditirsiya ku ger Leyla sax bimîne yê di nava xwendevanên Kurd
li Bexdayê teisîrek mezin çêbike. Ew yekemîn car bû ku jinên Kurd bi
şêweyek tund hatibûne pêş û bi taybetî di nava rêxistineke nêhînî de
li Bexdayê xwe organîze kiribûn
Ewa
ku tê bîra min, ewe ku ne tenê Leyla belkî hevalên wê jî di telefzyonê de
nîşan dan. Ji ber ku ew tev ciwan û xwendevanên zanisgehê(ji bilî Cewad)
bûn. Li TV’yê derketin û dewleta Iraqê biryar da ku wan bikuje. Idamkirina wan
teisîreke mezin bi taybetî li ser ciwan û jinên Kurd hebû. Leyla bû sembol û
niha jî sembole. Ew sembola wê hindê ye ku jina Kurd jî amadeye ji bo gelê Kurd
xizmetê bike, ew sembola wê hindê bû ku xwe fîda bike ji bo pirsgirêka Kurd. Ew
bû sembola wê hindê ku li hemberî dujimin li berxweda. Teisîra karê Leylayê pir
mezin bû û heta niha jî teisîra wê li ser gel û hereketa Kurdan maye.
Piştî şehîdkirina Leylayê gelek Kurdan navê zarokên xwe yên keç kirin
Leyla. Ji bona wê jî niha Leyla di nava Kurdan de navekî e’zîz e. Ji ber ku
navê Leylayê semboleke ku peywendî bi xebat û navê wê keçê ve heye ku li
Bexdayê hat îdamkirin
Tabî
di wê demê de xeberê îdamkirina wê li her derê belav bû. Çimkî dewleta Iraqê bi
xwe jî ew anîne ser kanala telefzyonê û di rojnameya Iraqê ya wê demê(Sewre) de
jî hat belav kirin ku ew îdam kirine. Tabî xelk li derve agehdar bûn ku hinek
ciwanên Kurd hatine îdamkirin ê yek ji wan jî Leyla Qasim e. Li wê demê teisîra
xebata Kurdan li dervey welat wiha û weke roja îro mezin nebû, lê teisîreke
wiha hebû û ewên ku pirsgirêka Kurdî bi girîng dizanin, zanîn ku cara yekêye
dewleta Iraqê li hemberî Kurdan sekiniye û heta ew ciwanên ku li Bexdayê dersê
dixwînin(xwîndevanin) û bîrûrayên wan yên cuda hene ji îdeolojiya dewleta Iraqê
û li ser esasê ramanên xwe yên Kurdayetiyê tên îdamkirin. Lê bi dîtina min
teisîra Leylayê ku heya roja îro jî navê wê li hemû pêrçên Kurdistanê maye ewe
ku navê wê bûye sembol û navekî muqedese.
Tabî
bi îdamkirina Leylayê û hevalên wê xebata xwîndevanên Kurd nesekinî. Ji ber ku
dewleta Iraqê di wê baweriyê de bû û niha jî di wê baweriyê de ye ku bi kuştina
Kurdan, ewên din ji xebatê bisekinîn. Lê berevajî wê me dît ku piştî
îdamkirina Leyla û hevalên wê xebata Kurdan li Bexda û bajarên din hertim
berdewam bû. Herwiha xebata kirêkar û jin û mêrên Kurd li Iraqê berdewam bû.
Çimkî mesela îdamkirina Leylayê teisîrek pir mezin xiste ser bîr û rayên jina
Kurd li hemû Iraq û Kurdistanê. Şehîdkirina Leyla û hevalên wê teisîrek
pir mezin li ser ciwanên Kurd danî ku zêdetir xebatê biken.
Piştî
sala 1975’an dema ku şoreşê careke din destpêkir em dibînin ku navê Leylayê
herkes bikar tîne û navê wê wek sembolekê tê bihîstin. Navê wê bûye weke
dînamoyekê ku jina Kurd bi berdewamî bikar tîne ji bo ku li ser kar û xebata
xwe berdewam be. Weke ku xwîndevanên Kurd bikar tînin ku ji bo xebatkirinê
berdewam bin. Navê wê bûye sembolek û pirî caran dema civîn çêdibin, navê
Leylayê li ser datînin. Yanî Leyla ji bîr neçûye.
Leyla
Qasim keçeke Kurd, genc, xwîndevan li bajarekî Kurdistanê (Xaneqîn) mezin bibû,
li Bexdayê dijî, lê amade bû ku jiyan û xwîndina xwe û her tiştê xwe
fîdayê bîr û ramanên xwe bike. Ew amade bû jiyana xwe fîda bike ji bo
pirsgirêka Kurd. Dildariya Leyla Qasim bi Cewad re ku dostê wê bû, di çarçove û
girêdayî pirsgirêka Kurd bû. Hem Cewad û hem jî Leyla peywendiya wan bi hevre
hebû, lê peywendiya wan bi pirsgirêka Kurd re zêdetir bû. Û wan herduyan canê
xwe fîda kir ji bo pirsgirêka Kurd. Tiştekî taybetî heye li ser Cewad û
Leylayê: Ew ne tenê sembola du ciwanan bûn ku xebat dikirin ji bo gelê Kurd û
canê xwe ji bo Kurdistanê fîda kirin, herwiha ew du dildar jî bûn ku ji jiyanê
hezdikirin û ji mirinê hez nedikirin. Lê amade bûn bimirin ji bo mesela Kurd.
Hezkirina
wan hezkirina jin û mêratiyê bû lê herwiha hezkirina welat û bîr û ramanê jî
bû. Ji ber ku Cewad û Leyla ku bihevre bûn, bi berdewamî li ser pirsgirêka Kurd
difikirîn. Dema ew bûn dost û heval, Leyla amade bû ku xebatê bike mîna ku
Cewad xebat dikir ji bo pirsgirêka Kurd. Hezkirin û dildariya wan dildariya du
mirovan bû, lê dildariya du mirovan bi milletê wan re jî bû
Adil
Murad
(
Berpirsyarê giştiyê Yekitiya xwendevanên Kurdistan di çaxê
şoreşa Ilonê de )
Leyla
Qasim li zankoya Bexdayê xwendevan bû. Di roja şehîdbûna wê de di sinifa
sêyemîn ya sosyolojî de bû. Wê demê ew ji aliyê KDP hatin wezîfedar kirin ku
kar û xebatê rêxistinê bikin di nava Kurdên Bexdayê de. Ji berku piştî
gotûbêjên sala 1974’an serokatiya şoreşê bi dewleta Iraqê li ser
pirsgirêka Kurd lihev nehatin û rêkxistin û lika partiyê ya 5’mîn û xelk tev
çûn bo serê çiyan. Komak xwendevanên şoreşger ji bo karê rêkxistînî
li Bexdayê man. Leyla Qasim yek ji wan bû. Herwiha şehîd Cewad Muradê
dezgîranê wê bû, Nerîma Fuad Mestî û 6-7 kesên din ku karê rêkxistinî li
Bexdayê dikirin. Pênc ji wan li Bexdayê hatin girtin û dewletê jî piştî
mehkemekê di dadgayeke 4 seetî de ew bi îdamê mehkum kirin
Cihê
serenckişanê di vir deye ku Leyla Qasimê berxwedan kir û qet ji bo dewletê
xwe kêm nekir. Heta piştre me li Libnanê fîlma mehkemekirinê dît û wê
axftinek gelek başkir. Dewleta Iraqê cara yekemîn bû ku ne tenê li Iraqê
belkî li hemû herêmê jineke Kurd îdam bike, ew jî ne bi nihînî belkî bi
şêweyek eşkera. Dewleta Iraqê li rojname, radyo û TV’iyên xwe de
xeber weşandin û li hemû cîhanê belav kirin û gotin ev keçe hat îdamkirin,
çimkî dijî dewleta Iraqê ye û karê terorîstî kirine.
Leyla
Qasim terorîst nebû û ew karê ku Leyla pê mehkumkirin dirû bû. Wan gotibûn ku
Leyla Qasimê bombe birine ku li Bexdayê di sînemayê de biteqîne. Lê ev ne
rastbû û Leyla Qasimê tu peywendiyek bi karê terorîstî ve nebû. Ew keçeke
têkoşer bû. Ji Xaneqînê û ji malbatek hejar bû. Leyla di nava yekitîya
xwendevanên Kurd de jî li Bexdayê keçek aktîv bû ku wê demê ez serokê
rêkxistina xwendevanên Kurd bûm
Leyla
Qasim ji bo me du tiştên mezin dide îspatkirin
1.
Berxwedana wê li hember rejîma Iraqê û di çaxê lêkolîn û tehqîqê de.
2.
Wê bi berxwedana xwe da îspatkirin ku ew rijîmên dagîrkerên Kurdistanê (çi Iraq
an Tirkiye) feriq nake û ew kesên ku xwedî raman bin, şoreşger bin,
çi kur û çi keç bin, tevan îdam dikin
Wî
çaxî me yekitiya xwendevanên Kurd damezrandibû. Me jêre digot: Yekitî Qutabyanî
Kurdistanî Iraq. Me li Iraq û Kurdistanê kar dikir û para rêxistina me li
Silêmanî, Hewlêr, Dihukê, Besra û li hemû bajarên Iraqê hebû. Yanî li her dera
ku Kurdek hebû rêxistin hebû. Weke niha nebû û tenê yek rêkxistin hebû ji bo
hemû xwîndevanên Kurd. Di vê rêxistinê de hemû xwendevanên Kurd têde dixebitîn
û fikir, bîr û ramanên wan ji hev cuda bûn. Bo nimune kek şehîd Cewad
Murad ku bi wêre şehîd bû bi esilê xwe kumunîst bû. Li sala 1971-72’an
hêdî-hêdî hat nava me û hizbî kumunîst berda û di nava partiyê de bi me re
xebitî û palpiştê dezgîrana xwe Leylayê bû. Wan di nava xwendevanan de
evînek taybetî hebûn û hemû xwîndevanên Kurd dizanîn. Ji berku Cewad karkerê
fabrîka zeytê bû û Leyla li zankoyê bû. Lê xelkê tev dizanîn ku evane bi hevre
di nava peywendiyan de ne, evîndarî di navbera wan de heye û di pêşerojê
de ew û Cewad bi hevre bizewicin.
Tiştê
dawiyê ku berpirsyarên îstixbarata Iraqê ji Leylayê xwestibûn(li gor ew kesên
ku di mehkemê de amade bûn), berpirsên mehkemê beriya îdamkirinê jêre gotibûn
tu çi dixwazî? Wê jî gotibû:” Min tenê tiştek nekir. We nehişt ku ez
û Cewad bi hevre bizewicîn û waye hûn me îdam dikin”.
Sirûştiye
ku ewên di mehkemê de amadebûn bi bihîstina vê bûyerê pir xemgîn bibûn.
Ji
bona wê jî ez dibêjim xelkê Leyla Qasim piştî şehîd bûnê zêdetir
naskirin û di stran û helbestên xwe pir behsa wê kirin. Bo nimune Cîgerxwîn,
Şêrko Bêkes, gelek helbestvanê Ereb yên mîna Udunîs di helbestên xwe de
behsa wê kirin. Wek dibêjin hinek helbestvanên Filstîn jî behsa Leylayê kirine.
Sala
1974’an du roj piştî îdamkirina wê û hevalên wê em li kongiriya cîhanî ya
AUS bûn û me di hevdîtinên xwe de behsa Leylayê kir.
Dewleta
Iraqê (bi şehîd kirina xwendevanên Kurd) dixwest Kurdan bitirsîne. Ji ber
ku Kurd piştî destpêkirina şerê di navbera Kurd û rijîma Iraqê li
sala 1974’an de dixwest xelkê bitirsîne. Bo? Çimkî di 24. 04. 1974’an de bajarê
Qeladizê bombaran kir. Zankoya Silêmaniyê çû bo Qeladizê, wan Qeladizê bombaran
kirin û nêzî 20-30 xwîndevanên Kurd li wir hatin şehîd kirin. Piştî
wê bi du-sê rojan Leyla Qasim îdamkirin. Yanî hukmeta Iraqê dixwest xelkê
bitirsîne.
Piştî
wê dewletê dest kir bi bombaran kirina Kurdistanê: Gelale, herêma Behdînan,
Zaxo û li hemû Kurdistanê şerê giran dest pêkir. Wan dixwest bi vî karê
hovane Kurdên Bexda û nava bajaran bitirsînin û bêje herkesê ku hereketekê û
karekî siyasî bike emê îdam bikin. Vaye keremken em keçan jî îdam dikin, êca ji
me re îdamkirina mêran pir hêsantire. Yanî ev tehdîd bû ji bo gelê Kurd li
Bexda û bajarên din. Û bi kiryar(piratîk) jî piştî îdamkirina Leylayê
şerekî pir giran li dijî Kurdan di hemû bajar û çiyayên Kurdistan ji
Xaneqîn heta Zaxo û tevaya Iraqê de, destpêkirin.
Leyla
Qasim beriya îdamkirinê keçeke aktîv bû, mîna ku gelek keçên me li Bexdayê
aktîv bûn. Çimkî wê li Bexdayê dixwend û li kolêja Adab li para Sosiyologî ders
dixwend. Lê girîng ewe ku li girtîgehê çawa bû?!. Dema ew hat girtin qet
neditirsya. Yanî ew kesên ku ew li TV’yê dîtibûn û me jî piştî du-sê salan
fîlm li Libnanê dît û me kopiya fîlmê da (Emnisty International). Leyla qet
neditirsya û ew pir îşkence kiribûn û şûnewarên îşkencê jî li
ser rûyê wê dihatin dîtin. Lê ew gelek rihet bû. Zilamê mehkemê pirsyar jê
dikir ku te çima wisa kiriye? Wê jî got:“ Ez ne poşmanim”.
Wê
ev hêza xwe ji bizava Kurdan û ji hêza xwe girtibû û ew di wê baweriyê de bû ku
Kurd yê hetmî biser bikevin. Sebeb jî ew bû ku wê bawerî û îman bi wî xeta
siyasî hebû û îman bi vê hindê hebû ku dewleta Iraqê ti çaxî li kuştina
Kurdan dirîxê nake û îmana wê hebû ku gelê Kurd yê rojekê bi ser bikeve
Bi
îdam kirina xwendevanên Kurd wan dixwestin ku xelkê bitirsînin. Dema ku
şoreş û şerê di navbera Kurd û dewleta Iraqê de dest pêkir Kurd
û rêkxistinên wan li wir aktîv bûn. Me berê li11’ê Adara sala 1970’an bi
dewleta Iraqê re peyman aştiyê hebû. Li sala 1974’an dewleta Iraqê li
aliyekî got em mafê Kurdan yê otonomî didin, lê ev otonomî derew bû û tenê li ser
kaxezê bû û derew dikirin û dewletê dixwest otonomîyê bide cehşên Kurd yên
xwefiroş. Yanî hinek Kurd li Bexdayê hebûn û dewletê ji wan re got em
otonomiyê didin we û nadim bi hereketa Kurdî ku wê demê serok Barzanî serokê
hereketa Kurdan bû. Dixwest Kurdan bitirsîne û Kurd li bajaran hereket neken.
Ji bona wê jî xwendevanên Kurd girtin û gotin evane terorîstin û ew û hevalên
wê şehîd kirin. Herwiha Beesiyan dixwestin ji hereketa Kurd re bêjin ku em
natirsim û em herkesî îdam dikin û ne tenê di dîroka Iraqê de belkî di dîroka
cîhanê de keç nehatine îdamkirin. Heta di çaxê Hîtler de pir keç di berxwedana
Firansa û yên din hatin îdamkirin lê ne bi eşkerahî belkî kuştina wan
veşartî bû. Mesela gelek kes li Poloniya û li Mecaristanê di berxwedana
dij Nazîsmê de hatin îdamkirin. Hatin îdamkirin lê ne bi eşkerahî, lê
rejîma Iraqê ev karê xwe li TV û radyoyê de îlan kir û got ez vê keçê îdam
dikim da ku xelk bitirse. Lê xelk netirsya û berevajî daxwaza wan ew bû sembol
û remz ji bo jina Kurd.
Leyla
Qasim ji malbateke hejar ya li herêma Xaneqînê bû. Wê digot ku divê jin azad be
û beriya hertiştî Kurd azad be. Bi bîr û raya wê azadiya jinê ew bû ku
hertim digot ez ji hevalê jiyana xwe (Cewad Hemewendî ku xwendevan nebû, karker
bû) hez dikim û dixwazim jiyaneke taze li Kurdistanê bi vî xurtî re durist
bikem. Bi dîtina min ev bixwe tiştekî girîng û nûye. Hûn dizanin ku a’dete
û dewlemend bi dewlemendan re dizewicin û keçeke xwîndevan naçe bi xurtekî
karker re bizewice. Bi taybetî di nava civata me de û li Ewropa dibe ku normal
be, lê wê ev kare kir. Nizanim ku kes û karên wê muwafiq bûn an ne, lê wê got
ez ji vî xurtî hez dikim û Cewad jî xurtekî gelek zîrek û aza û pir
rewşenbîr bû, di e’slê xwe de Marksîst-Lênînst bû. Baş tê bîra min ku
ew xurtekî pir rewşenbîr bû û îmana wî bi azadiya jinê hebû. Ez texmîn
dikim ku teisîrek mezin li ser bîrûrayên Leylayê danîbû. Çimkî min rojekê Leyla
dît û em axivîn û komek keçên din jî li wir bûn, min dît ku keçeke
rewşenbîr û zana bû. Min fikir nedikir ku wiha zana be. Di dawiyê de min
pir kir ku ev keçe çi dike, çi nake? Wan jî gotin Leyla dezgîrana filan kesî
ye, ku Marksîst bûye û niha hatiye nava me. Min bi xwe ji vî karî hezdikir ku
keçeke wiha bi helwest be.
Şeva
ku Leyla hat îdamkirin, ez bi xwe li wir nebûm û ez ji Kurdistanê çûm bo
Budapêst ji bo kongireya cîhanî ya xwîndevan. Çimkî em hatibûn vexwendin û em
çûn wê derê. Piştre dewleta Iraqê xelk ji Bexda û bajarên din derxistin û
dema ew heval li TV’yê derketin wek dibêjin di nava Kurdên Bexdayê de te’izîye
çêbû. Hinek tirsyan û hinek jî netirsyan. Heta di nava E’reban de jî
tiştekî wiha nehatibû dîtin ku keçek bê îdamkirin. Yanî ewên ku Kurd bûn
îman û baweriya wan zêdetir û E’reban jî ji vî karê dewletê hez nedikir. Çimkî
ne di terîqeta Islamê de û ne jî di ti oleke din de jin nayê îdam kirin.
Li
derve di kongireya AUS de ku kongira 11’mîn bû di rojnameyê de wêneyên wan
derkeftibûn. Hevalê me li sefareta Iraqê rojnameya ku nû derketibû ji mere anî
û roja rojname gehişt me roja duyê ya karê kongire bû. Min ew rojname bir
bo kongirê û min ji wan re got ha bibînin li Iraqê jin û keçên Kurd îdam dikin
û ev jî rojnameya Iraqî ye. Ez nabêjim lê vaye rojnameya Iraqî dibêje:” ev
Leyla Qasim e û em wê îdam dikin. “
Jina
Alênde ku wê demê serokkomarê Şîlî bû û zerbeya eskerî (kudeta) li dijî wî
hatibû kirin û dîktator Pînuşe hat ser kar û li sala 1973’an Alinde
kuştin. Êca jina Alinde hatibû ji bo kongirê û li pêşê rûniştibû
û wê vekirina kongirê ragehand, ku tiştekî herî girîng e. êca em çûn û me
hevdîtin pêre çêkir û me jêre got: “ Em netewek belengazin ” Wê heta Kurd
jî nas nedikirin û ji mere got:“ Hûn kîne û çine?” Me jî jêre got:“ Em Kurdin û
Kurdistan jî welatekî wiha ye ”. Jinek bi mere bû û navê wê Şirîn bû(niha
li Elmaniya ye), wê bi zimanê Ispanî pêre axivî ku Kurd mezlum û belengazin û
kermke ew jinên Kurd li Bexdayê îdam dikin. Li wir wê em teîd kirin û ji
kongirê daxwaz kir ku em jî wek nûnerên Kurdan biaxivîn û ji wan re got çima
hûn nahêlin milletê Kurd di kongirê de biaxivin. Nûnerên Iraqê jî li wir bûn û
xanima Alindê ji wan re got:” Heqê we tune hûn devê Kurdan daxin(bigirin) û
nehêlin ew biaxivin, bila Kurd jî biaxivin û xuyaye ku rejîma Iraqê rejîmek faşîstî
ye û vaye jinên Kurd îdam dikin. Çwa dibe ku jin bê îdamkirin? ”
Baş
tê bîra min ku wê heta ev jî got ku xuyaye ferq di navbera rejîma Pînuşê û
Iraqê de tuneye.
Piştî
şehîdkirina Leylayê gelek xwîndevan ji Bexdayê derketin û bi keç û kur
reviyan û hatin bo çiyan. Heta hinek ji xizim û hevalên Leylayê reviyan û hatin
nava şoreşê. Li Bexdayê çend caran li ser dîwaran dirûşme hatin
nivîsandin ku li ser şehîdkirina Leyla Qasimê bûn. Çimkî xelkê qet bawer
nedikir ku jin an keç bê îdamkirin û digotin jin çawa tê îdamkirin? Ji berku ew
cara yekemîn bû ku di dîroka herêmê û Iraqê de tiştekî wiha dihat kirin.
Tê bîra min gelek caran xwendevanên ku hatibûn çiyan pir kiryarên ku li dijî
dewletê dikirin bi navê firqe û girup, dost, xweşewîst û hevalên Leyla Qasimê
encam didan. Tê bîra min li Kurdistanê pêşangeha zarokên
resam(şêwekar) hat çêkirin ku bi navê Leyla Qasimê bû. Xwîndingehek hebû
bi navê Leyla Qasimê û li derve jî hereketên bi navê Leyla Qasimê hebûn. Elbet
sala 1977’an wêneyê Leyla Qasimê ket destê (Emnisty International) û bi riya
birayê wê Selam wêne şandibû bo London. Dewleta Iraqê bi vî karê Selam
hesiya û çûn hemû endamên malbata wan girtin û Selam îdamkirin. Yanî ew ji ber
derxistina wêneyê Leylayê îdamkirin û li London jî berpirsyarên Emnisty International)
wêneyê wê li herderê belav kirin û dewleta Iraqê gotin ev çawa bû ku wêneyê
Leyla Qasimê gehişt dervey Iraqê?
Leyla
Qasim keçeke Kurd ya têkoşer bû ku baweriya wê hebû bi riya Kurdayetiyê,
rêya Kurdayetiya paqij û pak. Çimkî xwîndevan bû li Bexdayê û gemeyên siyasiyên
berpirsyarên Kurd nedizanin û keçeke pak bû û bi pakî jî şehîd bû. Bi
hezaran jinên Kurd dimirin lê kes behsa wan nake.